Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li ser giliyan daxuyanî da

03 November 2024 20:04 0 dîtin
Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li ser giliyan daxuyanî da

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Komîsyona Hilbijartinê ji bo giliyên derbarê hilbijartinan de lêkolîn bike û bersivan ji edliyeyê re bişîne 7 roj maye.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Galayî di daxuyaniya xwe ya 03.11.2024ê de wiha got: “Li gorî yasaya hejmar 31 a sala 2019ê ya Komîsyona Hilbijartinan 7 roj dema Komîsyona Hilbijartinan heye ku bersivan amade bike û ji dadgehê re bişîne. 10 roj dema dadgeriyê heye ku li ser îtîrazên hilbijartinê lêkolîn bike û biryarê bide."

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di daxuyaniya xwe ya roja Pêncşemê 31ê Cotmeha 2024ê de ragihand ku di navbera 31ê Cotmeha 2024ê û 3ê Mijdarê de, giliyên derbarê encamên hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê dikarin bên şandin.

Di çarçoveya hilbijartinên dewra şeşan a Parlamentoya Kurdistanê de, roja 18ê Cotmehê dengdana taybet û roja 20ê Cotmehê jî dengdana taybet birêve çû. Hat ragihandin ku bi navencî ji sedî 70ê hilbijêran beşdarî herdu hilbijartinan bûne.

Komîsyona Hilbijartinan îro 30ê Cotmehê bi daxuyaniyeke rojnamevanî ji ofîsa xwe ya li Hewlêrê encamên dawî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir.

Encam wiha ne:

Partiya Demokrata Kurdistanê: 812794 deng 39 kursî

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê: 409.548 deng 23 kursî

Naway Nwe: 292.032 deng 15 kursî

Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê: 117.444 deng 7 kursî

Tevgera Helwest: 56.008 deng 4 kursî

Civaka Dadweriya Kurdistanê: 64.874 deng 3 kursî

Eniya Gel: 33.466 deng 2 kursî

Tevgera Goran: 11.641 deng 1 kursî

Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 13254 deng 1 kursî