Li Moskovayê êrîsê salona konserê kirin: 40 kustî û ji 100 kesan zêdetir birîndar hene
PeyamaKurd – Li Payîtexta Rûsyayê li Moskovayê 3 kesên çekdarên bi çekên giran û hem bi bombe avêtin ser saloneka mezin ya konserê, li xelkê xistin, kuştin û birîndar kirin. Di pey de bombeyan bikarîan û agir bi salonê ket. Dibe ku bombeyên agir bikaranîbin ku salon heya niha dişewite.
Hat ragihand ku salon ya karsazekî Azeriye û navê salonê "Crocus City Hall" e. Li gor peymanêrê ajansa Rûsyayê Sputnikê bûyer wehaye:
“Kesên ku ruyên xwe girtine ketin nav baxçê belediya Crocusê û herî kêm sê kes bi çekên giran li xelkê xistin. Paşî bombeya dest avêtin an jî bomba agir derdixe avêtin û agir bi salonê ket. Herkes xwe avêt erdê da agir li wan tesîrê neke û piştî 10-20 deqeyan karibûn derên derve.”
Berya her dewletî Amerîkayê êrîşê şermezar kir û got ku dîmen ne yên temaşekirinê ne. Heya niha kes bûyerê negirtiye ser xwe.
Hat gotin ku di 7ê mehê de Amerîka agahiyan sitendiye ku wê tevregerekî weha bibe û wê bavêjin ser salonekî û Rûsyayê agahdar kiriye. Lê piştî demekî diyare ku asayîşa Rûsyayê xwe di tedbîran de sist kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin