DEM Partî êrîsa ser salona konserê ya li Moskovayê sermezar kir
PeyamaKurd – Hevserokên DEM Partiyê Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan êrîşa ser salona Moskovayê ya ku DEAŞê girt terefê xwe şermezar kirin û gotin:
“Li Rûsyayê êrîşa ser xelkê sîvîl ya ku İŞİDê girt aliyê xwe em bi tundî şermezar dikin. Ji bo malbatên ku mirovên wan di bûyerê de can dane sersaxiyê û sebrê dixwazin. Em bang dikin herkesî da li hemberê vê êrîşa hovane hevkariyê bikin û li hemberê İŞİDê têbikoşin.
Ji bo gelên dinyayê hûzûr û îstîqrar, bi diyaloga navbera gelan û bi têkoşîna li hemberê İŞİDê û baskên wê dibe. Hêzên ku li Rojavayê Kurdistanê li hemberê Kurdan İŞİDê bikartînin û yên ku ji wan re sehayan amade dikin ji bûyeran berpirsin û em mijarê car din bibîr dixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin