Îstîxbarata Rûsyayê: Di êrîsa Moskovayê de destê sê dewletan heye

26 March 2024 20:35 0 dîtin
Îstîxbarata Rûsyayê: Di êrîsa Moskovayê de destê sê dewletan heye

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê îstîxbarata Rûsyayê (FSB) Aleksandr Bortnikov ragihand ku di êrîşa çekdarî ya Moskovayê de ku birin ser "Crocus City Hall" ê, destê Amerîka, Îngîltere û Ûkraynayê tê de heye. Bortnikov, piştî civîna fireh ya serdozgeriya Rûsyayê daxwuyanî da.

Li ser pirsa bê destê Amerîka, Îngîltere û Ûkrayna di nav meselê de heye an na de got:

“Em wisa difikirin. Ji xwe em behsa fatûra destê xwe dikin. Ev têgehekî giştiye lê qezenca wan ya mezin tê de heye. Êrîşkerên Moskovayê plan kiribûn ku herin Ûkraynayê. Di destê me de agahî hene ku li ser axa Ûkraynayê li benda wan bûn. Dema bigihîştina axa Ûkraynayê dixwestin ku weka qehremanan pêşwaziya wan bihata kirin. Lê yê ku vê bûyerê daye kirin, hêj nehatiye destnîşankirin.

Ûkrayna dixebite da îspata xwe bike. Ji bo hebûna xwe îsbat bike divê çi bike? Di piştê de divê sabotaj û tevgerên terorî bike. Hedefa îtîxbarata Ûkrayna û Îngîlîzan ev e. Îstîxbaratên Amerîkayê gelek caran vêya gotin.”

Serokê FSBê Bortnikov got ku Ûkrayna hem li Rojhilata Navîn mîlîtanan amade dike, wan perwerde dike, di şerê li hemberê Rûsya de şervanên ji milletên cuda hene ku ev jî îsbata wî ye. Bortnikov her weha got ku berê Amerîka Rûsyayê agahdar kiriye ku wê êrîşekî weha bibe, Rûsya girîngiyê daye agahdarkirina Amerîkayê lê ew agahî agahiyên giştî ne.