Erebistana Siûdî bang li Swêdê dike!

29 July 2023 13:58 0 dîtin
Erebistana Siûdî bang li Swêdê dike!

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê swêdî, Tobias Billström, bang kir ku li hember êrîşên Swêdê yên li ser pirtûkên pîroz û kiryarên ku bi armanca tehrîkkirina Mislimanan tên kirin, bi lezgîn kar were kirin.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Faysal bin Ferhan di pêwendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Swêdî, Tobias Billström, bang kir ku li hember êrîşên Swêdê yên li ser pirtûkên pîroz û kiryarên ku bi armanca tehrîkkirina Misilmanan tên kirin, bi lezgîn kar were kirin.

Li gor nûçeya ajansa SPA ya Erebistana Siûdî, Billström telefonî Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Bin Ferhan kir. Bin Ferhan ji Billström re destnîşan kir, Erebistana Siûdî hemû hewldanên heqaretkirina Qur'anê bi tevahî red dike.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî di hevdîtina xwe ya bi Billström re, banga tevgereke lezgîn ji bo rawestandina êrîşên li ser pirtûkên îlahî û kiryarên tundrew ên ku armanca wan tehrîkkirina misilmanan e, kir.

Bin Ferhan diyar kir, êrîşên li dijî Qur'anê nefretê zêde dikin û got, ev êrîş hewldanên diyaloga di navbera gel û şaristaniyan de asteng dike.

Wezîr Billström bal kişand ser wê yekê ku Swêd şewitandina Qur'anê şermezar dike û xemgîniya xwe ya giran anî ziman, li welêt hin kesan bi eşkereyî binpêkirina xala li ser azadiya derbirînê ya di destûrê de ye.

Billström tekez kir, Swêd hewl dide her kiryara êrîşî ol û pirtûkên îlahî bike rawestîne.