Dibe Esed-Erdogan di mehên ewilî yên 2023an de hevdîtin bikin

17 December 2022 19:39 0 dîtin
Dibe Esed-Erdogan di mehên ewilî yên 2023an de hevdîtin bikin

PeyamaKurd – Nivîskarê Haber 7 yê bi navê Hasan Öztürk di nivîsa xwe ya îro de behsa pêvajoya hevdîtina navbera Sûriyê û Tirkiyê kir. Öztürk weha radigihîne:

“Îhtîmal ew e ku zîrwe li Soçiyê di mehên ewilî yên sala 2023an de bibe. Berê yekîneyên îstîxbaratê diaxifîn. Wê niha wezîrên karên derve hevdîtin bikin û piştî lihevkirinekî wê lîder hevdîtin bikin.

Bombebarana Tirkiyê ya tesîsên petrolê li Sûriyê ku di destê YPG ê de ne, nîşana dilxweşkirina Sûriyê ye û tê vateya aştîxwaziyê. Niha pêvajoyekî nûh destpêdike. Bi malxweyiya Rûsyayê, ji bo hevdîtina rû bi rû amadekarî têkirin. Wê Erdoğan û Esed di hevdîtinê de destê xwe bidin hev an na, nayê zanîn.”