Tirkiye, Rûsya û Îranê ji ber 'lêdana milîsên li Sûriyê' Îsraîl sermezar kirin
PeyamaKurd – Her sê welatên garantorên civînên formata Astanayê Rûsya, Tirkiye û Îran li Soçiyê ji bo krîza Sûriyê civiyan.
Di duyemîn roja civînên Soçiyê de, her sê welatên garantorên wan civînên ku beşek ji opozîsyona Sûriyê û şanda rejîmê jî beşdarî dikin bi daxuyaniyeke hevbeş êrîşên Îsraîlê yên bi ser milîsên Îranê yên Sûriyê de şermezar kirin.
Di daxuyaniya ku bi îmzeya Tirkiye, Rûsya û Îranê hatiye belavkirin de, êrîşên ser milîsên îranî yên Îsraîlê hatin şermezarkirin û wekî binpêkirina hiqûqa navdewletî û gefekê hat nirxandin.
Hê ji aliyê Îsraîlê ve bersiva vê daxuyaniya hevbeş nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin