'Pistî serê Ukrayna milîsên Îranê li Sûriyê valahiya Rûsyayê bilez tije dikin'

05 April 2022 21:03 0 dîtin
'Pistî serê Ukrayna milîsên Îranê li Sûriyê valahiya Rûsyayê bilez tije dikin'

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî şerê Rûsya yê dijî Ukraynayê, hejmarek ji hêzên komên girêdayî Rûsyayê ji Sûriyê hatine vekişandin ku Îran jî hewl dide valahiya Rûsyayê ya li Sûriyê dagire.

Li gorî ragihandina medya erebî, ji ber mijulbûna bi Ukraynayê re û vekişîna hêzên girêdayî Rûsyayê ji Sûriyê, milîsên Îranê jî li xalên stratejîk ên Sûriyê belav bûne.

Ev hewldana Îranê wekî hewldaneke Tehranê ya bilez dagirtina valahiya Rûsyayê tê nirxandin.

Çavkaniyan diyar kiriye ku sewqiyata Pasdarên Îranê ya ji 40 wesayîtan û gelek endamên Hizbullahê, wesayîtên Firqeya 4an, hêzên rejîma Sûriyê û bi dehan endamên wê pêk dihatin, di nav 2 rojên dawî de gihîştine depoyên leşkerî yên Mehîn li rojhilatê Himsê.

Hêjayî bibîrxistinê ye,piştî êrîşa ser Ukraynayê hêzên Rûsyayê yên koma Wagner û 200 endamên Feyleqa 5an a alîgirê Rûsyayê bi temamî ji wê deverê vekişayabûn.