Ukraynayê di serê Rûsya de banga bêalîbûnê li Îranê kir

21 July 2022 21:04 0 dîtin
Ukraynayê di serê Rûsya de banga bêalîbûnê li Îranê kir

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Ukrayna Oleg Nikolenko, rexne li daxuyaniyên Îranê yên piştevaniyê dide êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê girt û ragihand, Îran bi wan daxuyaniyan êrîşkariya Rûsyayê mafdar derdixe.

Nikolenko da zanîn ku Îranê destpêka şerê ku Rûsyayê daye destpêkirin, bi awayekî eşkere xwe bêalî nîşan da û banga çareseriya siyasî-dîplomatîk kir û ji ber vê jî Ukrayna ji guhertina gotinên rêveberiya Îranê nîngeran e.

Herwiha Nikolenko, li ser daxuyaniyên Xamenieyî ku gotibû, amadekariyên şer ên Ukraynayê hiştiye Rûsya şer bide destpêkirin bang li Îranê kir, ji gav û daxuyaniyên şer gur bikin dûr bisekine.