Îranê tohmetên Ukraynayê yên li ser bikaranîna dronên Îranî di serê Ukraynayê de red kirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî tohmetên Ukraynayê yên li ser bikaranîna dronên Îranî di şerê Ukraynayê de red kirin û ew weke bêbingeh bi nav kirin.
Li gor Nasir Kenanî diyar kir, li şûna dirustkirina tohmetan ji bo Komara Îslamî ya Îranê, rayedarên Ukraynî dikarin bersiva pêşniyarên me yên li ser civîna dualî ji bo îsbatkirina tohmetan bidin.
Herwiha Kenanî hewlên dîplomatîk ên Îranê ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji bo qeyrana Ukraynayê eşkere kir û red kir ku Tehranê çek û balafir ji bo Rûsyayê şandibe.
Di berdewamiyê de da zanîn, ji bo rawestandina şer li Ukraynayê, Îran amade ye alîkar be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin