Amerîka: Rûsya dronên Îranê wek çekeke derûnî li Ukraynayê bi kar tîne
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Patrick Ryder diyar kir, Rûsya dronên Îranê wek çekeke derûnî li Ukraynayê bi kar tîne.
Li gor Patrick Ryder da zanîn, Rûsya balafirên bêbalafirvan ên Îranê wek çekeke derûnî li Ukraynayê bi kar tîne û Îran ne ku tenê li Rojhilata Navîn, li navçeyên din jî di hinardekirina terorê de hevbeş e.
Herwiha Ryder destnîşan kir, ew di piştevanîkirina Ukraynayê de berdewam dibin û got: “Derbarê bandora dronan de dibe ku beriya niha we ev yek ji min bihîst ku ev tenê ji bo dirustkirina tirsê û wek çekeke derûnî têne bikaranîn, lê belê ji aliyê kiryariyê ve, wê rastiyê kêm nake ku Rûsya li Ukraynayê neçarî paşveçûnê bûye.”
Herî dawî Berdevkê Pentagonê destnîşan kir, Ukrayna hejmareke mezin ji dronên Îranê xistine xwarê, lê belê derbarê wê yekê de ku çend dronên Rûsyayê hene, hûrgiliyek eşkere nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin