Sûriye | Milîsên Îranê li cihê ku Rûsya vekisiya bicih bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî hêzên rûsî ji baregehên xwe yên herêmê vekişiyan balafirgeha leşkerî ya Tebqayê, milîsên çekdar ên bi ser Îranê ve li wê herêma hêzên Rûsyayê vekişiyan xalên xwe yên kontrolê danîn.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) komên girêdayî Îranê piştî ku hêzên alîgirên Rûsyayê ji herêmê vekişiyan balafirgeha leşkerî ya Tebqayê, xalên leşkerî li gundê Xirbet Hedle yê li nêzî balafirgeha leşkerî ya Tebqayê danîn.
Milîsên Îranê li wê herêmê bendên kontrolê danîn ku li gorî zanyariyan cara yekem e hêzên Îranê li wê herêmê bi cih dibin.
SOHRê daye zanîn ku hêzên girêdayî Feyleqê 5an ku Rûsya piştevaniya wan dike, çend roj berê ji xalên xwe yên li beyara rojavayê Reqayê vekişiyane balafirgeha leşkerî ya Tebqayê ku di bin kontrola Rûsyayê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin