Rûsya û Îranê li hev kir: Milîsên di baregeha T-4 a Sûriyê de hatin derxistin

23 November 2021 18:19 0 dîtin
Rûsya û Îranê li hev kir: Milîsên di baregeha T-4 a Sûriyê de hatin derxistin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî êrîşên Îsraîlê yên ser baregeha T-4 ku milîsên îranî tê de diman, Rûsya û Îranê li ser tehliyekirina baregehê li hev kiriye û Îranê hêzen xwe ji wir veguhestine sînorê Sûriye-Lubnanê.

Li gorî nûçeya Şerqul Ewsedê piştî gotûbêjên berdewam ên navbera Tehran û Moskowê de, biryara valakirina baregeha T-4ê hatiye dayîn ku dikeve rojavayê Hûmsê û milîsên îranî tê de dimînin.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku Rûsyayê ev tawîz ji ber êrîşên Îsraîlê yên ser milîsên îranê ji Tehranê standiye û li ser bicihkirina hêzên rejîma Sûriyê li wê baregehê rêkeftin hatiye kirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku Îranê hêzên xwe yên li baregeha T-4ê tehliye kirine û veguhestine baregeha Şayrat a dikeve sînorê Sûriye-Lubnanê.