Rûsya, Tirkiye û Îran îro bi mijara Sûriyê bi awayekî online dicivin
PeyamaKurd - Biryar e îro Çarşemê Rûsya, Tirkiye û Îran di derbarê Sûriyê û rewşa Idlibê de, ji ber metirsiya belavbûna vîrusa koronayê ya NİFŞÊ nû (Covid-19) bi awayekî online bicivin û gotûbêjan bikin.
‘Yek ji mijarên sereke agirbesta Îdlibê û vegera koçberan e’
Li gor agahiyên berdest îro Çarşamê 22yê Nîsana 2020an hersê welatên garantor li Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û Îran bi awayekî online pêşhateyên dawî li Sûriyê gotûbêj bikin. Tê pêşbînîkirin ku yek ji mijarên sereke agirbesta Îdlibê û vegera koçberan be.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re gotibû, ku ew dê paşeroja Sûriyê û destûrê wê di civîna online de gotûbêj bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Duşemê ragihandibû, ku ew hêj pabendî ji hev têgihştina li gel Rûsiya ne, lê hêzên hikûmeta Sûriyê agirbestê binpê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin