"Tirkiye dixwaze Kurdistanê bike 2 parçe"
PeyamaKurd - Rêveberê YNKê Xiyas Surçî ragihand ku Tirkiye bi rêya astengkirina seferen bo Balafirxaneya Silêmaniyê di navbera xelkê Herêma Kurdistanê de dixwaze fitneyê derxîne û Kurdistanê parçe bike.
Xiyas Sûrcî bo Rojnameya Bexda El Yewmê axivî û got Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê wekî birêveberiya Silêmanî û Hewlêr bike 2 parçeyan.
Sûrcî herwisa anî ziman ku Tirkiye bi yekê dixwaze Herêma Kurdistanê lawaz bike û loma jî firînên asmanî yên ji bo Balafirxaneya Silêmanî asteng dike.
Xiyas Sûrcî li ser vekişîna hêzên PKKê li Şingalê jî got, kesekî ji wan li herêmê nemaye û niha li Çiyayê Qendîlê ne. Herwiha got Tirkiye ji bo destwerdanê li nav Iraqê bike çav berdaye hemû herêmên Mûsilê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin