Rêxistina Avakirina Astiyê: Tirkiye dixwaze 5 bingehên din li Herêma Kurdistanê ava bike

21 April 2022 10:59 0 dîtin
Rêxistina Avakirina Astiyê: Tirkiye dixwaze 5 bingehên din li Herêma Kurdistanê ava bike

PeyamaKurd Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) di derbarê operasyona Tirkiyê ya li Başûrê Kurdistanê ‘Pence-Kilîd’ de daxuyaniyek da û eşkere kir, Tirkiye dixwaze 5 bingehên din ên serbazî di nav axa Herêma Kurdistanê de ava bike.

Li gor Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê diyar kir, ji destpêka operasyona Pence-Kilîd ve, 11 xanî û otomobîlên sivîlan zerar dîtine û ziyan li cotkaran jî bûye.

Endamê CPT yê li Herêma Kurdistanê Kameran Osman li ser operasyona Tirkiyê axiviye û daye zanîn: “Çend cihên xelkê navçeya Berwarî Bala û deverên şer ziyan dîtine, di nav wan de 11 xanî û çend otomobîl jî hene û sektora geştyariyê zerar ditîye, gelek cotkarên herêmî û kesên ku giyayên biharê berhev dikin niha nikarin bigihîjin wan deran û zerarmend in."

Rêxistina Avakirina Aştiyê ya Navneteweyî (CPT) li Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Tirkiyê hêzên xwe yên serbazî bi helîkopteran li herêmên Zap, Avaşîn, Metîna û Kurejaro bi cih kiriye.

Herwiha CPTyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye: “Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 19 kîlometreyan ketiye nava sînorê Şêladizê ya Herêma Kurdistanê û hewl dide 5 bingehên serbazî li Çiyayê Reş, Şikefta Birîndar, Ars Fars, Werxelê û Kurejaro ava bike.”

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de CPT ya Amerîkî eşkere kir, ji roja destpêkirina operasyona Pence-Kilîd ve, Hêzên Hewayî yên Tirkiyê bi giranî herêmên Avaşîn, Basya, Zap, Kurejaro, Metîna û gundên herêma Berwarî Bala bi alîkariya helîkopter û dronan bombebaran kiriye û li wan herêman şer berdewam dike.

Herî dawî CPT destnîşan kir, operasyonê tirs belav kiriye û got: “Operasyona Pence-Kilîd li devera Amêdiyê bûye cihê tirs û fikaran di nav sivîlan de. Ji tirsa hedefgirtin û bombebaranê gundî nikarin biçin çiyayên herêmê giyayê biharê ku yek ji çavkaniya debarê ya gundiyan e, kom bikin. Di heman demê de şerê li herêmê bandor li sektora geştyariyê jî kir.”