Tirkiye dixwaze têkiliyan bi Kurdistanê re asahî bike

24 October 2018 21:58 0 dîtin
Tirkiye dixwaze têkiliyan bi Kurdistanê re asahî bike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Tikriyê li Iraqê Fatîh Yildiz civiyan û di wê hevdîtinê de, herdû aliyan tekez kirin li ser bihêzkirina pêwendiyên Hewlêr-Enqere di hemû war de, nexasim jî di warê bazirganî û abûrî de.

Îro Fatîh Yildiz kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya yekem ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û pîrozbahiya serkeftina hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî kir.

Yildiz herwiha beşdariya bihêz a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de û di hikûmeta nû ya Iraqê de û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexda di çarçoveya destûrê Iraqê de, wek pêwîst dît.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî ragihand ku partiyên siyasî yên Kurdistanê dê bihêz biçin Bexdayê û di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bibin. Derbarê Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî behsa serkeftina proseya hilbijartina parlamentoyê kir û da zanîn ku ew niha mijûlî avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê ne jî.

Di wê civînê de rewşa navçeyê bi giştî û çand mijarên din hatin gotûbêjkirin.