Dizeyî: Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re vegerîne ser sêra berê

30 April 2019 10:42 0 dîtin
Dizeyî: Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re vegerîne ser sêra berê

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand ku ew ji serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu kêfxweş in û got, Tirkiye dixwaze peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re vegerîne ser sêra berê.

Sefîn Dizeyî da zanîn ku hevdîtin bi awayekî erênî derbas bûye, “Peywendiyên Kurdistanê û Tirkiyê dê vegerin ser sêra xwe ya berê, dê baştirbibin. Mijarin hene ku Hewlêrê û Enqerê eleqedar dikin. Di serî de ewlekarî û aborî tên. Herdu alî li ser wê yekê rêkkeftin ku peywendiyên dualî werin baştirkirin.

‘DI DEMÊN BAŞ Û XIRAB DE EM BI WE RE NE’

Dizeyî anî ziman ku Çavuşoglu gotiye ew dixwazin têkiliyên xwe yên bi Hewlêrê re baştir bikin. Dizeyî, “Gotin di demên baş û xirab de em dê bi we re bin. Projeyên nîvî yên kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dê werin temamkirin. Herweha kompaniyên Tirkiyê ji bo çareseririna pirsgirêkan dê di nava hewildanan de bin.”

‘TIRKIYE DIXWAZE PETROLA IRAQÊ KU DI SER KURDISTANÊ RE DERBASÎ TIRKIYÊ DIBE ZÊDE BIKE’

Dizeyî, “Tirkiye dixwaze petrola Iraqê ku di ser Kurdistanê re derbasî Tirkiyê dibe derxe 20 milyaran. Ne tenê ji bo petrolê serdana Kurdistanê kir, herweha di hemû mijarê aborî de dixwazin peywendî bên baştirkirin.”

Berdevkê Hikûmetê ji aliyê din ve da xuyakirin ku di demên pêş de di mijarên petrol û aboriyê de dê civînek were pêkanîn.

Duh Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu serdana Herêma Kurdistanê kiribû û biSerokwezîrê Herêma Kurdistanê namzedê seroktiya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encûmê Asayîşa Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.