Li Fransayê, çalakiyên karberdanê dewam dikin

18 October 2022 17:30 0 dîtin
Li Fransayê, çalakiyên karberdanê dewam dikin

PeyamaKurd- Di agahiyên ku di çapemeniya Fransayê cih digirin de hat ragihandin ku li Fransayê çalakiyên karberdanê yên li ser daxwaza zêdekirina mûçeyan, dewam dikin. Hat eşkerekirin ku îro jî xebatkarên ragihandinê û mamosteyan dest bi çalakiya karberdanê kiriye.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, di serî de li paytexta Fransayê ya Parîsê, îro dê li bajarên mezin ên Fransayê, çalakvanên karberdanê meş û xwepêaşndanan li dar bixin.

Di nûçeyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku piştî çalakiyên karberdanê yên xebatkarên depoyên petrol û sotemeniyê, îro xebatkarên ragihandinê û mamosteyan jî dest bi heman çalakiyê kiriye.

Piştî çalakiya karberdanê ya xebatkarên depoyên petrol û sotemeniyê, duh li Fransayê dûvikên dirêj ên maşînan li ber îstasyonan çêbûbûn û biryara destdayîna ser depoyan, hatibû dayîn.

Li ser biryarê, bi taybetî ji aliyê sendîkaya çepgir a CGTê ve bertekeke tund hatibû nîşandan lê belê ji aliyê Berdevkê Hikûmetê Olivier Veran ve hatibû ragihandin ku ew ê paşve gav nehavêjin û heta ev dûvikên sotemeniyê hebin, dibe ku ew dest deynin ser hin depoyên din jî.

Sendîkaya CGTê ya grûpa TotalEnergiesê, tevî biryara zêdekirina ji %7 a mûçe û prîman, duh biryar dabû ku çalakiya xwe ya ku ket hefteya 4an, berdewam bikin. Hat diyarkirin ku CGT ji ber rewşa enflasyonê, dixwaze mûçe ji %10 zêde bibin.

Li ser van çalakiyên karberdanê, hat ragihandin ku hin seferên Eurostar, Parîs û Londrayê hatine betalkirin û ji ber çalakiya mamosteyan jî li dibistan û saziyên dewletê, kar texîr bûne.