Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 29 roje dewam dikin

15 October 2022 23:00 0 dîtin
Çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 29 roje dewam dikin

PeyamaKurd – Piştî polîsê Tehranê keça Kurd Jîna Emînî şehîd kir, xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û li Îranê 29 roje dewam dikin. Îran bi xwe ji 6 milletan pêk tê û her millet li gor xwe ji rejîma Tehranê tadê dîtiye.

Li Kurdistanê li bajarê Mahabadê, Sinê û Seqiz dewam çalaki dewam dikin. Li Seqizê dukkandar bi girtina dukkanên xwe rejîmê protesto kirin.

Li zankoyên Beheşti, Allame Tebatebai, Tahran Ilm û çand, Kirmanşah Razî, Îsfahan Sanat û Tahran Sure xwendevan di nav zankoyan de xwepêşandan kirin û binçavkiriyên piştî kuştina Jîna Emînî protesto kirin.

Xwendevanên Zankoya Reşt Azad meşiyan û xwendevanên zankoya Tahran Nasreddin Tusi slogan qêriyan. Li Erdebîlê xwepêşandan ketin ser medya civakî û hêzên asayîşê bi hovane ketin dibistanekî keçan û li wan zilmê kirin.

Do êvarê li bajarê Yezdê xwepêşandêr li kolanan agir vêxistin û li Hûzistanê li Lalîyê di kolanan de çalakî hatin lidarxistin.

Li gor ragihandina Rûdawê; li Mahabadê xwepêşandêr li Meydana Çarçirayê, li kolana Şapûrê, li Meydana Azadiyê û gelek ciyên din xelk civiya. Hêzên asayîşê ji bo çalakvanan ji hev belav bikin xaza rondikbarînê bikaranîn û bi sîlihan li çalakvanan xistin û gelek kes birîndar bûn.

Li aliyê dinê hunermendê Kurd yê repvan Xatar, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ku li bajarê Sine hêzên dewletê rasterast bi çekan li xelkê xistiye û komkujiyê kirine. Hunermend ragihandiye ku tewrên hêzên asayîşê yên li Kurdistanê û deverên din di navbera wan de ferq heye û li Kurdistanê çekan bikartînin.

Li gor ragihandina Hengawê ya rêxistina mafên mirovan li 17 eyaletên Îranê di xwepêşandanan de heya niha 31 ji wan zarok, 8 jin bi temamî 176 kes jiyana xwe ji dest dane. Li gor Hengawê; rêjeya kuştiyan wehaye:

Li Sîstan û Belucistanê 88 kes, li Mazandaran 15 kes, li Tahran 11 kes, li Sine 11 kes, li Urmiye 10 kes û li Gîlanê 10 kes jiyana xwe ji dest dane.