Çalakiyên li Iraqê berdewam dikin: Malên 3 parlementeran hatin sewitandin

06 November 2019 10:37 0 dîtin
Çalakiyên li Iraqê berdewam dikin: Malên 3 parlementeran hatin sewitandin

PeyamaKurd – Çalakiyên li bajarê Iraqê yên li dijî bêkarî, gendelî û xizmetguzariyên kêm berdewam dikin. Di çalakiyan de li bajarê Zikarê xwepêşanderan malên 3 parlementeran şewitandin

Li gorî zanyariyên hêzên ewlekariyê, di çalakiyan de li Zikarê xwepêşanderan malên parlementerê Hevpeymaniya Sairun, Naci es-Seîdî û Muna el-Gurabî û parlementera Hevpeymaniya Dewleta Yasa Zeyneb el Hazrecî hatin şewitandin

Li Iraqê xwepêşander li dijî bêkarî, gendelî û kêmbûna xizmetguzariyan çalakiyên protestoyî li dar dixin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji 1ê Cotmehê û heya niha di çalakiyan de 254 xwepêşanderan canê xwe ji dest daye û bi hezaran kes jî birîndar bûne.