Plasschaert: Aliyên nerênî yên jiyana siyasî ya Iraqê hîn jî di çerxeke berdewam de xwe dubare dikin
PeyamaKurd – Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert bi gotarekê li ser rewşa giştî ya Iraqê li Encûmena Asayişa Navdewletî axivî û diyar kir, aliyên nerênî yên jiyana siyasî ya Iraqê hîn jî di çerxeke berdewam de xwe dubare dikin.
Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Plasschaert do li Encûmena Asayişa Navdewletî da zanîn: “Tu daxwazek di nav siyasetmedarên Iraqî de tune ye ku bigihîn rêkeftinekê û dawî li krîza siyasî bînin.”
Herwiha Plasschaert tekezî li ser pêwîstiya avakirina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û eşkere kir, ev yek pêkan e. Herwiha behsa biryara Dadgeha Federalî ya derbarê yasa û petrol û gaza Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Divê biryarên Dadgeha Federalî bi hevbeşî bên derxistin.”
Di berdewamiyê de destnîşan kir: “Pêwist e bawerî bê avakirin û soz were dayîn ku di pêşerojê de biryar û rênimayên yekalî yên bi mebestên siyasî neyin girtin.”
Plasschaert li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî bal kişand ser girîngiya amadekirina zemîna hilbijartinan ku hemû aktorên siyasî yên mezin û biçûk, xwedî derfetên wekhev bin.
Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê eşkere kir, komên çekdar sûdê ji valahiyên ewlehiyê dibînin û bi moşekan êrîş dikin, pêwîst e hezar çekdarî li Iraqê bê sînordarkirin û ew çekdarên ku ji derve derbasî Iraqê bûne, vegerin welatên xwe.
Li gor Plasschaert da zanîn, êrîşên moşekî cihê nîgeranî û metirsiyê ne, ew cihê ku Îranê moşekbaran kiriye, cihekî sivîl bû û got, bihaneyên Îranê ji bo êrîşkirina li ser Hewlêrê nehatin piştrastkirin.
Derbarê rewşa Şingalê de Plasschaert destnîşan kir: “Hin komên biyanî rewşa Şingalê têk dane û Şingal bûye meydana têkderan, ji ber wê jî xelkê Şingalê çareke din koçberî navçeyên Herêma Kurdistanê bûne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin