Li Iraqê xwepêsandan berdewam dikin: Ji duh ve bi kêmanî 2 kes mirin

20 January 2020 11:56 0 dîtin
Li Iraqê xwepêsandan berdewam dikin: Ji duh ve bi kêmanî 2 kes mirin

PeyamaKurd – Li Iraqê xwepêşandanên li dijî hikûmetê berdewam dikin û ji duh heya niha bi kêmanî 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Iraqê li dijî gendelî, bihabûn û derfetên kêm ên xizmetguzariyê xwepêşandan berdewam in.

Li Bexdayê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî derket û hêzên emnî mudaxeleyî girseyê kirin û di encamê de gelek xwepêşander birîndar bûn û li Besrayê jî xwepêşanderekî canê xwe ji dest da.

Ji ber xwepêşandana gelek rêyêk serekî yên Bexdayê hatin girtin.

Dema xwepêşanderan xwestin rê vekin êzên ewlekatiyê bi tundî mudaxeleyî xwepêşanderan kir. Di xwepêşandanan de ji duh ve bi kêmanî 2 kes mirin û 17 kes jî birîndar bûn.

Ji ber xwepêşandan û aloziyê îro li Divaniye, Zikar û Babîl betlane hat ragihandin.