Medya Iraqê: Xwepêsandanên ‘Cotmeha 2019an’ ji nû ve dest pê dikin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku amadekarî têne kirin, xwepêşandanên meha Cotmehê ku sala 2019an bûbûn sedema îstifaya serokwezîrê wê demê Adil Ebdulmehdî û hilweşandina hikûmetê, di salvegera wê ya îsal de ji nû ve dest pê bikin.
Medyaya Iraqê ragihandiye ku di sêyemîn salvegera serhildana Cotmehê de, iraqî dê dîsa dest bi xwepêşandanên girseyî yên ku ji aliyê çalakvanan ve hatine amadekirin bikin. Herwiha hatiye diyarkirin ku dê xwepêşandan berevajî protestoyên alîgirên Sedr bêne kirin.
Li gorî nûçeyan li Bexda û Nasiriyeyê çend civîn ji bo amadekariyên ji nû ve destpêkirina xwepêşandanan hatine kirin.
Li gorî nirxandinan, heger xwepêşandanên salvegera serhildana Cothemê dest pê bikin, wê li Iraqê rewş hîn xirabtir bibe û dibe ev yek bibe sedema hilweşandina Iraqê, yan jî Iraq ber bi dabeşbûna sê herêmên federalî yên erebên şîe, sunî û kurd ve biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin