Li Tirkiyê ji bo protestoyên li Fransayê lêpirsîn!

03 July 2023 10:31 0 dîtin
Li Tirkiyê ji bo protestoyên li Fransayê lêpirsîn!

PeyamaKurd Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê kesên ku li ser medyaya civakî parvekirinên weke ku bûyerên mîna yên piştî mirina xortekî 17 salî li Fransayê bi guleya polîsan, dibe ku ji bo penaberên li Tirkiyeyê biqewimin lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê kesên li ser medyaya civakî parve kiribûn ku ji bo penaberên li Tirkiyeyê dijîn dibe ku bûyerên wek xwepêşanên li Fransayê biqewimin, bi awayekî fermî lêpirsîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê dozgeriyê ve hat dayîn de ev agahî hatin dayîn:

"Têkildarî bûyerên van rojên dawî li Fransayê diqewimin, dibe ku bûyerên bi vî rengî di warê penaberên li welatê me de dijîn jî biqewimin, gel teşwîqkirina kîn û dijminatiyê bike, bixapîne. Bi tesbîtkirina hesabên medyaya civakî yên ku ji bo têkbirina nîzama giştî û aştiya giştî bi çêkirina têgihiştineke nerast û derew postên provokatîf û manîpulatîf didin, derbarê gumanbarên sûc û hêmanên sûc parve dikin, daxuyanî didin û weşanê dikin, lêpirsîna ji wezîfeyê hat destpêkirin û ji bo teşhîskirina gumanbaran jî biryar hatiye nivîsandin.”