Ji NATOyê lêpirsîna tacîza kestiya Fransayê bo Tirkiyê

19 June 2020 14:57 0 dîtin
Ji NATOyê lêpirsîna tacîza kestiya Fransayê bo Tirkiyê

PeyamaKurd - NATO ji ber tacîzkirina keştiya Fransî li Derya Spî, li hember Tirkiyê lêpirsînê dide destpêkirin.

Piştî bûyera çend roj berê li Derya Spî qewimî bû Fransayê, tacîz û êrîşa keştiyên hêzên deryavaniya Tirkiyê şermezar kiribû û wekî karekî dijmanane bi nav kiribû. Fransayê herwiha ji NATOyê xwestibû bikeve tevgerê.

Li gorî rêveberiya Fransayê guman heye ku keştiyên Tirkiyê yên ketine hewla êrîşkirina keştiyên NATO yên Fransayê, çek ji bo Libyayê vediguheztin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li ser bûyerê ragihand, ew ê lîpirsînekê ji bo vê mijarê bidin destpêkirin.