Fransayê ji bo Tirkiyê sert danîn ber NATOyê

02 July 2020 15:48 0 dîtin
Fransayê ji bo Tirkiyê sert danîn ber NATOyê

PeyamaKurd - Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly, li ser biryara Fransayê ya vekişîna ji operasyon û tetbîqatên Derya Spî yên NATOyê ku Tirkiye jî tê de cî digire daxuyanî da.

Parly  îro Pêncşemê ragihand, ew li benda NATOyê ne ku bersiva her çar şertên ku Fransayê ji bo beşdariya operasyonê danîye.

Florence Parly got, Fransa li ser NATOyê şert kiriye ku rêzê ji qedexeya şandina çekan bo Lîbyayê re bigire.

Parly da zanîn, reftarê keştiya Tirkiyê ji hempîşeya wê Fransayê re nayê qebûlkirin û ev yek dijminahî ye. Florence Barley şert dike ku nabe Tirkiye planên NATOyê di operasyonên xwe yên derveyî erkdariya NATOyê de bi kar bîne.

Florence Parly da xuyakirin, du hêzên ne erebî li Lîbyayê xwe ferz dikin û ev jî nayê qebûlkirin, şerê li Lîbyayê dê rewşa Lîbyayê bike wekî rewşa Sûriyê û bi hezaran sûrî li Lîbyayê şer dikin.

Wezîra Berevaniya Fransayê bal kişand ser, Fransa rola Rûsyayê di krîza Lîbyayê û derveyî wê de paşguh nake û pêwîstiya Ewropayê li ser rewşa Lîbya, Sûriye, Ukrayna û ewlehiya Ewropayê bi diyalogên ligel Rûsyayê heye.