Kestiya ser ya Fransayê ber bi rojhilatê Derya Sipî de ket ser rê
Peyamakurd- Dewleta Fransayê berê ragihandibû ku wê keştiya şer ya bi navê Charles de Gaulle ya Fransayê ber bi rojhilatê Derya Sipî de derê ser rê. Keştiya navborî Fransız ya Fransayê ya herî xurte. Çavkaniyên Fransayê bo çapemeniya Yûnanistanê ragihandine ku keştiya Fransayê ya 216 metre dirêj bi giraniya 45 hezar û 500 tonan derketiye ser rê.
Li gor agahiyên wezareta bergiriyê ya Fransayê; keştiya Charles de Gaulle bê ku îkmalê bike dikare rê here, berê jî 9 meh li ser avê mabû. Her çendîn agahiyên di derbarê keştiyê de nayên zanîn û ne zelale jî, di keştiyê de 40 balafirên şer û gelek helikopter hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin