4 dewlet li ser ‘Rojhilatê Derya Sipî’ civiyan

09 May 2022 22:55 0 dîtin
4 dewlet li ser ‘Rojhilatê Derya Sipî’ civiyan

PeyamaKurd – Wezîrên karên derve yên Îsraîl, Amerîka, Yûnanistan û Kibrisa Rûman di rêya video-konferansê de civînekî kirin û di civînê de li ser pêşdeçûnên herêmê û Rojhilatê Derya Sipî axifîn. Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Îsrîlê ya nivîskî; wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken, wezîrê karên derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias û wezîrê karên derve yê Kibrisa Rûman Loannis Kasoulides bi video-konferansê di formata 3+1 de civiyane. Her 4 wezîr piştî civînê ragihandinekî hevpar kirin û weha gotin:

“Em ji bo li Rojhilatê Derya Sipî aştî, îstîqrar û refahê teşwîq bikin, ew sozên ku me dabû, me dubare kir û ji bo wan em civiyan. Me biryarê da ku em di mijarên enerjiyê, kêşûhewa û ji bo rewşên awarte amade bin û di seha têkoşîna li dijî terorê de hevkariya xwe zêdetir bikin.

Em destekê didin xebatên weka civîna ku di 27-28 ê adarê de li Îsraîlê ya di navbera Misir, Amerîka, Fas, Îmrata û Bahreynê ya ku di asta wezîrên karên derve de di zîrweya bi navê ‘Zîrwe ya Necefê’ hatibû kirin, destek dikin.

Em êrîşên li hemberê Îsrîalê yên terorî weka ku di 5 ê gulanê de hatibû kirin û 3 Îsraîlî tê de jiyana xwe dabûn şermezar dikin.”

Hat ragihandin ku berya sala 2022 an biqede wê car din her 4 welat civîneka dinê bikin.”