Erdogan û Stoltenberg li ser Rojhilatê Derya Sipî axifîn

28 August 2020 22:28 0 dîtin
Erdogan û Stoltenberg li ser Rojhilatê Derya Sipî axifîn

PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi telefonê bi sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg re axifî. Erdoğan got ku di Derya Sipî de, divê çareseriyekî ku temamê welatan qezenc bikin bê dîtin.

Erdoğan bo Stoltenberg got ku divê li dijî tevgera yekalî û nenaskirina hûqûqa navdewletî rawestin û divê NATO nehêle ew tiştên ku zerarê didin herêmê, çêbibin.