YA, dorpêçên ser Tirkiyê yên ji bo Rojhilatê Derya Sipî salekî dirêj kir

12 November 2021 00:28 0 dîtin
YA, dorpêçên ser Tirkiyê yên ji bo Rojhilatê Derya Sipî salekî dirêj kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê dorpêçên li ser Tirkiyê yên bi sedema Rojhilatê Derya Sipî salekî dinê dirêj kir. Mijara Derya Sipî ew e ku Tirkiye li wê derê sondaj dike û bi sedema wê YA yê dorpêçê daniye ser Tirkiyê. Konseya Awrûpayê weha got:

“Li hemberê ku Tirkiye li Rojhilatê Derya Sipî bê îzin sondajê dike, tedbîrên hatine sitendin car din diber çavde hatine derbaskirin û biryarê daye ku dorpêçan heya 12 ê Çiriya Pêşîn ya sala 2022 yan dirêj bike.”

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku kî di xebatên sondajê de hebe, çi kesayetî û çi dezge hebin, cemidandina heyiyên maddî û qedexeya geştiyarî dê karibin ji bo wan deynin.