Tirkiyê nexistin nav civîna Rojhilatê Derya Sipî
PeyamaKurd- Amerîka, Îsraîl, Yûnanîstan û Kibris a Rûman bi hevre civîna bi navê “Rojhilatê Derya Sipî” çêkirin. Civîn li Washingtonê çêbû û mijara civînê hevkariya aboriyê bû. Kesên ku tevlî civînê bûn, temsîlkarê wan dewletan bûn ku li Amerîkayê wezîfe dikin. Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi awayeka nivîskî ragihandineka hevpar kir.
Di ragihandinê de peyama hevkariyê hat dayîn û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo desteka xwe bo wan ragihand. Civîna wan ya berê di 20 ê adarê de li Qudsê çêbû bû.
Ji aliyê Tirkiyê de ti kes tevlî civînê nebû an dawetî civînê nehat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin