Tirkiyê xebata li Rojhilatê Derya Spî bidawî anî, Yûnanistanê kêfxwesiya xwe anîn ziman

13 September 2020 13:34 0 dîtin
Tirkiyê xebata li Rojhilatê Derya Spî bidawî anî, Yûnanistanê kêfxwesiya xwe anîn ziman

PeyamaKurd – Keştiya lêgerîn û lêkolînên gaz û enerjiyê li Oruç Reîs a Tirkiyê îro xebata xwe ya li Rojhilatê Derya Spî bidawî kir û vegeriya bendera Antalyayê.

Hat ragihandin ku piştî navbeynkariya NATOyê û muzakereyên herdu aliyên Yunan û Tirk keştiya xebata lêgerînê Oruç Reîs ku bûbû sedema aloziyeke mezin li Rojhilatê Derya Spî hatin bidawîkirin.

Piştî vegera Tirkiyê ya keştiya Oruç Reîs, Yûnanistanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Berdevkê Hikûmeta Yûnanistanê Stelios Petsas, ev yek wek gaveke erênî şîrov kir û got, ew dê ji bo nirxandineke berfireh li benda geşedanan bin.

Hêjayî gotinê ye, biryar bû keştiya tirk heta 25ê Îlonê li nav Rojhilatê Derya Spî bimîne, lê tevî daxuyaniyên aliyê tirk ku digotin, paşde gav navêjin jî ji nişka ve vegeriya bendera Antalyayê.