Wezîrê Fransayê bi helîkopterê li dora kestiya Tirkiyê geriya

19 September 2020 18:33 0 dîtin
Wezîrê Fransayê bi helîkopterê li dora kestiya Tirkiyê geriya

PeyamaKurd- Wezîrê Fransayê yê Yekîtiya Awrûpayê bi wezîrê Yûnanistanê yê Yekîtiya Awrûpayê re li rojhilatê Derya Sipî li dora keştiya sondajê ya Tirkiyê ya bi navê Yavuzê bi helîkopterê geriya.

Wezîrê Fransayê yê Yekîtiya Awrûpayê Clement Beaune bi sedema îstîşareyan bike çû Kibrisa Rûman. Di 24-25 ê êlûnê de zîrweya serokên dewletên endamên Yekîtiya Awrûpayê heye û ev bo civînê, şêwra amadekariyê ye.

Medya Rûman ragihand ku wezîr Beaune dixwaze bi çavên xwe her tiştan li ciyê bûyerê bibîne. Beaune, bi serokê rêvebirên Rûman yên Kibrisê re bi Nikos Anastasiadis û wezîrê karên derve bi Nikos Hristodulidis re civiya.

Beaune di hevdîtina duqolî de ragihand ku divê Fransa bi temamê erk û delîlên destên xwe  bo Yekîtiya Awrûpayê dorpêçan deyne ser Tirkiyê amade be.