Kestiya îstîxbaratê ya Fransayê di Buhira Çanakkale de derbas bû

25 September 2020 22:55 0 dîtin
Kestiya îstîxbaratê ya Fransayê di Buhira Çanakkale de derbas bû

PeyamaKurd- Keştiya dewleta Fransayê ya îstîxbaratê û hem zirxî, di Buhira Çanakkale de derbas bû. Keştî bi teknolojiya bilind hatiye xemilandin, axaftinên telefonên berîkê û peyamên e-dewletê dikare bi teknolojiya xwe guhdarî bike.

Keştiya Fransayê ya A-759 ya bi navê 'Dupuy De Lome' ê ewilî di Buhira Îstenbolê de û paşî di Buhira Çanakkale de derbas bû. Botên ewlekariya qerexî yên Tirkiyê rêbiriya wê kirin heya derbasî Derya Egeyê bû.

Di keştiyê de du radarên navîgasyonê, istasyona setalaytê ya dayînûsitendinan, teçhîzatên hişyariya radarî, sîstema lihevanînê û çavdêriya elektronîk hene. Ekîpmanên di keştiyê de, belavkirinên ku ji radarên cuda tên dikare tesbît bike, analîz bike, sinyalên ku ji satalaytan tên dikare kontrol bike. Telefonan û peyamên e-dewletê dikare bixwîne.