Li Fransayê pistî rêyên hesinî li dijî tora fîber optîk jî sabotaj pêk hat
PeyamaKurd – Li Fransayê, piştî ku li dijî rêyên hesinî hêriş pêk hat, vê carê jî li dijî tora fîber optîkê hêriş pêk hat.
Polêsê Fransî îro ragihand ku "sabotajê" bandor li tora fiber optîk a gelek deverên Fransayê kiriye.
Rayedaran ragihandin ku ji bo bandora vê hêrişa li dijî teora fîber optîkê bê kêmkirin û tunekirin, tîmên pispor dest bi xebatên tamîrê kirine.
Ji aliyê din ve berpirsên Fransî ragihand ku piştî hêrişa li dijî rêyên hesinî pergala trênan hatine tamîrkirin û wê gerên trênê vegere rewşa asayî.
Li paytexta Fransa Parîsa ku Olîmpiyadên 2024’an didome, şevên Pêncşem û Înîyê, îstgehên sînyalan û kabloyên ku agahîyên ewlehiyê pêşkêş dikin di êrîşên agirdadanê de ziyanê dîtin, û gellek xetên trênan ji xizmetê ketin û ev yek bû sedem ku xetên ku di navbera paytext Parîs û deverên din ên welat de veguheztinê dikin rawestiyabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin