Fransayê ragihand! Pêvajoyên valakirinê ji wî welatî destpê dikin!
PeyamaKurd – Piştî derbeya leşkerî ya 27ê Tîrmehê, Fransayê da zanîn ew ê bi xwepêşandanên li ber Balyozxaneya Fransayê ya li Nîameyê dest bi prosedurên derxistina ji Nîjerê bikin.
Li Nîjerê jî hat diyarkirin, Serokomar Mohamed Bazûm di 26ê Tîrmehê de ji aliyê Alaya Cerdevaniyê ve li Kulliyeya Serokomariyê hatiye desteserkirin û di 27ê Tîrmehê de jî cerdevanan ragihandin ku hikûmet hatiye desteserkirin.
Xwepêşandan li ber Balyozxaneya Fransa ya li Niamey destpê kirin, piştî ku Fransa piştî derbeyê hemî alîkariyên pêşveçûnê û piştgirîya budceyê ji bo Nîjer rawestand.
Fransayê da zanîn, piştî protestoyan ew ê li Nîjerê prosedurên tehliyekirinê bidin destpêkirin.
Wezareta Karên Derve ya Franseyê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Wê tehliyekirin pir bi lez bê kirin." Lêbelê, wezaretê hûrguliyên prosedurên valakirinê eşkere nekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin