ICCê, di derbarê wî welatî de lêpirsîn da destpêkirin

14 July 2023 15:00 0 dîtin
ICCê, di derbarê wî welatî de lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd- Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ragihand ku ew li herêma Darfûrê ya Sudanê "sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê" lêkolînê dikin.

Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî, (ICC) li ser tundiya li herêma Darfûrê ya Sudanê ku di nav de kuştin, desthavêtin, şewitandin, koçberkirin û sûcên li dijî zarokan pêk tê, lêpirsîn da destpêkirin.

Dozgerê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Kerîm Xan got ku li herêmê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tên lêkolînkirin. 

Di raporta ku pêşkêşî Meclîsê hat kirin de hat gotin ku “Dozgerên Dadgeha Cezayê Giran Raportên kuştinên bê daraz, şewitandin û talankirina mal û bazarên li Rojavayê Darfûr, El Geneina, her wiha kuştin û koçberkirina sivîlan a li Bakurê Darfûr û deverên din ji nêz ve şopandin."

Di raportê de bal hat kişandin ku "îdiayên tawanên zayendî û di nav de desthavêtinên komî û îdiayên tundûtûjiyê li dijî zarokan û bandorkirina li ser zarokan jî hene." 

Li gorî biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2005an, hiqûqa ICCê tenê li herêma Darfûrê ye.

Hat diyarkirin ku ICC niha ji ber rewşa ewlehiyê nikare li Sudanê bixebite, lê plan dike ku di demeke herî nêzîk de biçe welêt.