Amed: Di derbarê Zarokistanê de lêpirsîn hate destpêkirin

23 September 2024 12:46 0 dîtin
Amed: Di derbarê Zarokistanê de lêpirsîn hate destpêkirin

PeyamaKurd -Di derbarê pêşdibistana Zarokistan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû vekirin de lêpirsîn hat destpêkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo perwerdeya zarokan pêşdibistana bi Kurdî ya “Zarokistan”ê vekiribû.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di derbarê Zarokistanê de lêpirsînê da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de 2 çavdêrên wezaretê hatin erkdarkirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di daxuyaniya çapemeniyê de destpêkirina lêpirsînê piştrast kir.

"Em aciz in ku wekî şûrê demokrasiyê li ser serê me digere"

Serra Bucakê da zanîn ku ji bo kreşên Kurdî yên li Amedê di nava 6 mehên dawiyê de 5 mifetiş hatine erkdarkirin û got:

"Di nava 6 mehan de 5 mifetiş şandine. Herî dawiyê jî ji bo kreşên Kurdî 2 mifetiş peywirdar kirine.

Em dizanin bê em çi dikin. Dilê me rehet e, hemû tişt şefaf e. 

Lê em gelekî aciz in ku ev wekî şûrê demokrasiyê li ser serê me digere."