Ji bo êrîsa ser dansvanên Diyarbekirê “Swing Amed” banga lêpirsîneke berfireh hate kirin

11 June 2024 17:01 0 dîtin
Ji bo êrîsa ser dansvanên Diyarbekirê “Swing Amed” banga lêpirsîneke berfireh hate kirin

PeyamaKurd – Komek dansvanên dibistaneke taybet a bi navê “Swing Amed” a dansê ku li navçeya Peyas a Diyarbakirî 2 roj berê bi dirûşmên ‘Tekbîr Ellahu Ekber’ rastî êrîşê hatibûn û hinek ji wan birîndar jî bûbûn, daxuyanî dan.

Di daxuyaniya ku bi beşdariya dansvanên rastî êrîşê hatibûn û ji aliyê Palatforma Parastina a Bajêr ya Diyarbekirê ve li ber deriyê Dadgeha Diyarbekirê hate dayîn de, ew êrîşa hatibû kirin hate protesto kirin û bang lî Dozgerîya Diyarbekirê kirin lêpirsîneke berfireh li ser wê bûyerê bide destpê kirin.

Endama platformê Dr. Elif Tûran di daxuyaniyê de got, park cihên cemawerî ne û her kes û her alî dikarin çalakî û bernameyan li vê derê bikin, loma jî nabe êrîşên bi vî rengî bên kirin.

Parêzera Swing Amedê Gozde Engin diyar kir:  “Hevalên me yên rastî êrîşê hatine, 3 ji wan îfadeya xwe dane û îro ji 6 hevalên din wê îfadeya xwe bidin. Lê hîn kesên ku êrîş kirine ne hatine desteserkirin û îfade jî nedane. Kamerayên çavdêr yên ku bûyer kişandine jî, nehatine temaşekirin. Me daxwaza lêpirsînê ji serdozgerîya Diyarbekirê kiriye û em ê vê bûyerê bişopînin.”