Li Diyarbekirê di êrîsa ser kafeyan de 5 kesên din xistin binçav

26 July 2024 20:34 0 dîtin
Li Diyarbekirê di êrîsa ser kafeyan de 5 kesên din xistin binçav

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê hinek kes bi çekan avêtibûn ser kafeyan û bi çekan li kafeyan xistibûn. Li ser bûyeran dadgehê 3 kesan bi biryara zîndanîkirinê şandibû zîndanê. Niha hêzên asayîşê bi serpereştiya dozger 5 kesên gumanbarên din xist bin çav.

Li navça Sûrê li taxa Camîî Kebîrê Hewş Kafe û kafeya aîdê parlementera CHPê ya Türkan Elçi Karga Kafe di 11ê Tîrmehê de ketibûn ber êrîşan û lêpirsîna dozê dewam dike.

Di êrîşan de kes nemiribû an birîndar nebû bû. 5 gumanbarên hatin binçavkirin li baregeha asayîşê îfadên wan tên sitendin.