Ji 24 rêxistinên sivîl ên li Diyarbekirê daxuyaniya hevbes bo êrîsa ser HDPê
PeyamaKurd – 24 rêxistinên sivîl ên li Diyarbekirê ku Baroya Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê û Odeya Tabîban a Diyarbekirê jî di nav de bûn, li ser êrîşa dijî avahiya HDP ya Îzmîrê û qetilkirina xebatkara partiyê Denîz Poyraz daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin û bang li herkesî hat kirin ku li dijî cînayetê bibin xwedî helwest.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ku daxuyanî xwend, bal kişand ser ku di salên dawî de li dijî serok, rêveber, endamên partiyên muxalefet û aktorên rexnegir êrîş pêk tên û got: “Heta îro em bûn şahid ku li dijî van êrişan helwesteke hevpar nehate nişandan û pêvajoyeke hiqûqî ya bandor nehat meşandin. Pêvajoya bêcezahiştinê ya ku em tev bi hev re şahidiya wê dikin bingeh ji êrişa nefretê ya îro re ava kiriye.”
Nahît Eren diyar kir, feraseta siyasî û rewşa heyî gef û êrîşên fizîkî asayî dike û wiha pê de çû: “Em rêxistinên sivîl ku li jêr îmzeya me heye; berî her tiştî rehmetê ji Denîz Poyraz a di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye re dixwazin û ji malbata wê û HDPê re jî sersaxiyê dixwazin. Em vê êrîşa ku li dijî partiyeke siyasî pêk hatiye weke êrîşeke provakatîf a li dijî aştiya civakî û demokrasiye qebûl dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku ji bo ronîkirina êrîşê lêpirsîneke bibandor bê kirin. Herwiha di serî de hikûmet em bang li partiyên siyasî dikin ku bi awayekî vekirî li dijî êrîşên wiha derkevin, gotinên xwe yên krîmînalîzekirî terk bikin û pirsgirêkên rasteqîn ên welat bi axaftinê çareser bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin