Li Diyarbekirê êrîsa çekdarî li du cafeyan hat kirin
PeyamaKurd – Li Sûriçî ya Diyarbekirê li dijî Hewş Cafe ya li heman kolana Karga Kafeyê êrîşa çekdarî hat kirin.
Li Taxa Camî Kebîr a navçeya Sûrê ya Diyarbekirê li dijî 2 kafeyan êrîşa çekdarî hat kirin.
Li gorî nûçeya Southeast Ekspres, hedefa êrîşê Kafeya Karga ya ku aîdî hevjîna Serokê Baroya Diyarbekirê yê berê Tahîr Elçî û Wekîlê CHPê Turkan Elçî hatiye qetilkirin û li kêleka wê Cafeya Hewş bûye.
Di êrîşê de tu kes birîndar nebû, polês li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku beriya êrîşê 2 cafe hatine tehdîtkirin.
Li Diyarbekirê komek berê bi qîrîna tekbîran êrîşî şaxên Starbucks û Burger Kingê kiribûn.
Çalakiya dansê ya li bajêr jî dîsa hatibû hedefgirtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin