UEFAyê di derbarê leyztikvanê Tirk de lêpirsîn da destpêkirin
PeyamaKurd - Yekîtiya Federasyonên Fûtbolê ya Ewropayê (UEFA) di derbarê fûtboleyztê tîma neteweyî ya Tirkiyeyê Merih Demiral de, ji ber ku di maça bi Awustriyayê de piştî gol avêtibû nîşana "GurêBoz" a ku nîjatperestên Tirk bi kar tînin kiribû, lêpirsînê da destpêkirin.
Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê, duh li Leipziga Almanyayê, di pêşbirka 16an a Kûpa Ewropa ya 2024an (Euro 2024) de li hemberî Awustriyayê bi golên Merih Demiral 2-1 bi ser ket û derbazî fînala çaryek bû.
Merih Demiral, piştî avêtina golê nîşana "GurêBoz" a ku nîjadperestên Tirk bi kar tînin kir.
Piştî vê bûyerê UEFAyê di derbarê Demiral de bi sedema 'reftariya nebaş' lêpirsînê da destpêkirin.
Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MH) Devlet Bahçelî, Wezîrê Ciwanan û Sporê yê Tirkiyê Osman Aşkin Bak û gellek kesên nîjadperest piştgirî dan Merih Demiral.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin