Erdogan û Zelensky pêshatên dawî yên li Ukraynayê gotûbêj kirin

05 March 2022 12:45 0 dîtin
Erdogan û Zelensky pêshatên dawî yên li Ukraynayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan û Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky, bi rêya telefonê axivîn û pêşhatên dawî yên li Ukraynayê gotûbêj kirin

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski îro 4ê Adara 2021ê li ser twittera xwe diyar kir, bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan re pêwendiyeke telefonî daniye û rewşa dawî ya li Ukraynayê gotûbêj kirine.

Herwiha Zelensky li ser naveroka pêwendiya telefonî ya bi Recep Tayîp Erdoğan re eşkere kir: “Em ji bo piştgiriya berdewam a Tirkiyê minnetdarê wan in.”

Zelensky destnîşan kir: “Min Erdoğan di derbarê êrîşên berdewam ên Federasyona Rûsyayê û terorîzma atomî de agahdar kir. Divê em êrîşkariyê bi dawî binîn.”