Sêwirmendê Zelensky: Dibe ku serê Rûsya û Ukraynayê di destpêka Gulanê de bi dawî bibe

15 March 2022 12:33 0 dîtin
Sêwirmendê Zelensky: Dibe ku serê Rûsya û Ukraynayê di destpêka Gulanê de bi dawî bibe

PeyamaKurd Şêwirmendê Volodimir Zelensky di derbarê şer de axivî û got: “Dibe ku şerê Rûsya û Ukraynayê di destpêka meha Gulana 2022yan de bi dawî bibe.”

Li gor Şêwirmendê Volodimir Zelensky, Oleksiy Arestovich di vîdeoyekê de ku ji aliyê medyaya Ukraynayê ve hatiye belavkirin de diyar dike: “Dibe ku şerê Rûsya û Ukraynayê di destpêka meha Gulana 2022yan de bi dawî bibe.”

Oleksiy Arestovich dide zanîn: “Dema herî dawî meha Gulanê ye, dibe ku beriya wê jî şer bi dawî bibe".

Arestovich destnîşan dike: “Di nava du hefteyên bê de, wê rewş yekalî bibe, an rêkeftin ji bo aştiyê were encamdan û artêş ji bereyên şer vekişe, an jî şerê jinavbirina hev di navbera Rûsya û Ukraynayê de wê destpê bike.”