Zelensky û Erdogan pêvajoya serê Rûsya û Ukraynayê nirxand
PeyamaKurd- Serokomarê Ukraynayê Volodimîr Zelensky û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi rêya telefonê pêwendî danî. Hat zanîn ku rêberên herdu welatan rewşa dawî ya pêvajoya şer û rewşa Ukraynayê nirxandine.
Li gorî daxuyaniya ku ji Serokomariya Tirkiyeyê ve hat belavkirin, danûstandinên aştiyê yên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de her wiha rewşa bajarê Mariupol û derxistina sivîlan a ji cihên şer û dorpêçkirî, wekî mijarên sereke yên axaftina Erdogan û Zelensky bûne. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyeyê ji Serokomarê Ukraynayê re gotiye ku rewşa Mariupolê xembartir dibe û beriya her tiştî divê sivîl ji wê qadê bên derxistin.
Bi berdewamî hat ragihandin, Erdogan daye zanîn ku di vê pêvajoya şer de çi ji destên wan were, ew ê bikin û heger hewcedarî çêbibe, ew dikarin di navbera aliyan de navbeynkariyê jî bikin.
Serokomarê Ukraynayê Zelensky pêwendiya telefonî ya li gel Erdogan bi rêya medyaya civakî ragihand. Zelensky diyar kir ku wan pêvajoya danûstandinan, hevahengiya navbera Tirkiyê û Ukraynayê û garantiyên ewlehiyê yên Ukraynayê jî gotûbêj kirine. Serokomarê Ukrayanyê destnîşan kir ku di vê pêwendiya telefonî de pirsgirêkên li ser rêgirtina derbasbûnên li Deryaya Reş û ewlehiya xwarinê ya cîhanê jî hatine gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin