Medvedev: Dibe ku di navbera Rûsya û NATOyê de serê sêyem ê cîhanê rû bide
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Konseya Ewlekariya Rûsyayê Dimtriy Medvedev ragihand ku gefa ku şerê sêyem ê cîhanî bi awayekî rasterast di navbera Rûsya û NATOyê de rû bide heye.
Medvedev, li ser redkirina alîkariya bo Ukraynayê li Kongreya Amerîkayê diyar kir ku Rêveberiya Biden şantajê li kongreyê dike û we mijar ne tiştektî nû ye.
Medvedev got: "Heta niha ji bo welatekî wisa biçûk ku li ber parçebûnê ye, ewqas pere nehatibû xwestin.. Ji krîza Kubayê ya Fuzeya ve di navbera Rûsya û NATOyê de, gefa şerê rasterast ê sêyem ê cîhanê evqasî nêzîk nebûbû.”
Herwiha Medvedev îdia kir ku rêveberiya Amerîka di şerê Ukraynayê de pere qezenc dike û îhtimal heye Joe Biden di hilbijartinên 2024an de têk biçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin