Rûsya: Têkiliya me ya bi NATOyê re her sal xirabtir dibe
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu li ser têkiliya Rusyayê bi NATOyê re got, "Ne ku her tişt rawestiyaye, lê belê rewş her sal xirabtir dibe."
Şoygu di bernameyeke televizyonê de li ser pirsa ‘çima têkiliyên Rûsya û NATOyê li ber ketinê ne?’ wiha got: "Berî 5 salan hevkariyeke me ya pir xurt bi Brukselê re hebû. Nûnerê Rûsyayê jî ligel NATOyê heye. Lê îro ev hevkar ligel Amerîkayê ji peyman û lihevkirinan vedikişin. Qada ewlehiyê jî her ku diçe tengtir dibe."
Hêjayî bibîrxistinê ye, Rûsyayê metirsiya xwe ya bo zêdekirina lêçûnên leşkerî yên NATOyê, dema lûtkeya dawî ya NATOyê anîbû ziman.
NATOyê ji bo parastina dewletên Baltîk planek amade kiriye ku Rûsya vê yekê li dijî berjewendiyên xwe dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin