CIA: Têkiliya Rûsya-Îranê pir xeter dibe!

27 February 2023 22:06 0 dîtin
CIA: Têkiliya Rûsya-Îranê pir xeter dibe!

PeyamaKurd – Serokê Saziya Îstixbarata Amerîkayê William Burns, bal kişand ser ku Îran di şerê Ukraynayê de çekan dide Rûsyayê û diyar kir, Rûsyayê li beramber van alîkariyan bernameya moşekên pêşketî ji Îranê re pêşniyaz kiriye.

Burns da xuyakirin ku hevkariya navbera Îran û Rûsyayê niha gelekî bilez û ber bi xeteriyeke pir mezin ve diçe.

Serokê CIAyê got ku çekên ku Rûsya ji Îranê distîne, li dijî sivîlan û binesaziya Ukraynayê bikar tîne û heta niha di gelek êrîşan de hatine bikaranîn.

William Burns, da zanîn ku ew niha îşareta wê yekê dibînin ku Rûsyayê pêşniyaza alîkariyê bo moşekên pêşketî li Îranê kiriye û îhtimala ku wê balafirên şer jî dabîn bike heye.